Çav li rê ne ku di 15ê sibatê de yanê sibê dibistanên gundan dest bi perwerdeyê bikin. Ji bo vê yekê jî mamoste û xebatkarên dibistana gundê Miqreya Midyata Mardinê, ji bo haziriyê dibistana xwe boyax û paqij kirin.
Çav li rê ne ku di 15ê Sibatê de dibistanên gundan dest bi perwerdeya rûbirû bikin.
Ji bo vê yekê jî li dibistanên gundan haziriyan dest pê kir.
Mamoste, xebatkar û weliyên xwendekaran hatin cem hev û dest bi paqijkirina dibistanan kirin.
Yek ji van dibistanan jî ya gundê miqreya Midyata Mardinê ye.
Li aliyekî dibistan boyax kirin, Li aliyê din jî mase û kursiyên polan paqij kirin.
Dibistan niha hazir û paqij e û li benda xwendekaran e.