Li Midyata Mêrdînê her roj ji bo 2500 xwendekarî xwarin tê çêkirin û belavkirin. Bi vî awayî xwendekarên ku ji 72 gundan tên navçeyê xwarina germ dixwin û birçî namînin.
Mala Mamosteyan a Mîdyata Mêrdînê xizmeteke gelek xweşik bi rê ve dibe.
Her roj xwarinên cur bi cur çêdikin û li xwendekaran belav dikin. Xwarina ku her roj tê amadekirin li xwendekarên 72 gundan tên belavkirin..
Rayedarê Mala Mamosteyan got ‘’Em her roj xwarinê didin 2500 xwendekarên ku ji 72 tax û gundan tên. Ji bilî şîraniyê em 3 cure xarinê didin. Qelîteya xwarina me pir baş e. Xwendekarên me piştî xarinê çêtir bala xwe didin dersên xwe.’’
Xwarin li xwaringeha Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê tê çêkirin û paşê bi serwîsan tê şandin mekteban.
Xwendekar jî ji vê xizmetê razî ne û spas dikin.