Hesreta Midyatê ya ji bo fakulteyê bi dawî bû

Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) biryar sitand ku di bin sîwana Zanîngeha Mardin Artukluyê da Fakulteya Huner û Sêwirînê ya Midyatê were damezirandin.

Hesreta Midyatê ya ji bo fakulteyê bi dawî bû

Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) biryar sitand ku di bin sîwana Zanîngeha Mardin Artukluyê da Fakulteya Huner û Sêwirînê ya Midyatê were damezirandin.

Şaredar Veysi Şahin diyar kir ku biryara damezirandina Fakulteya Huner û Sêwirînê ya Midyatê ku bi salan e xelkê Midyatê li bendê ye, di Rojnameya Fermî da derçû.

Şahin bal kişand ku Fakulte dê sûdeke mezin bide navçeyê û wiha axivî:

"Em hewildaneke zêde nîşan didin da ku em telebên gelê me yê di warê perwerde û hîndekariyê da bînin cih. Vebûna Fakulteya Huner û Sêwirînê, dê bibe wesîle ku navçeya me di warê perwerdeyê da bikeve pêşreviyê. Em gelekî bextewar in ku li navçeya me dê fakulteyek vebe."

Veysi Şahin herwiha bal kişand ku avahiya fakulteya ku dê were çêkirin, divê li gorî mîmariya dîrokî be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE