Li Pirsûsa Rihayê xwendekarên beriya gelek salan, ji bo ku hev du bibînin bernameyek li dar xistin. nivîskarê navdar Adnan Gerger jî têde bi dehan hevalên dibistanê piştî 47 salan di heman polê de hatin cem hev.
Di sala 1970 û 75an de bi hev re xwendibûn.
Ji ser derçûna wan re 47 sal derbas bûne.
piştî ewqas salan hevalên heman polê li hev civiyan.
Li Pirsûsa Rihayê hevalên ku berê bi hev re xwendine hev dû jibîr nekirine.
Ji bo werin ba hev bernameyek li dar xistin.
Hevdîtin dîsa li heman dibistanê di heman polê de hat kirin.
Xwendekaran hev du dîtin û behsa rojên xwe yên berê kirin.
Xwendekar dibêjin ew ê her sal çalakiya hevdîtinê bikin.