Betlaneya somestrê ya dibistanan bi dawî dibe. 18 milyon xwendekar û zêdetirî milyonek û nîv mamoste wê sibê dest bi perwerdeya heyama duyem bikin. Li herêma erdhejê dibistan wê hefteyek derengtir yanî dı 10ê sibatê de vebin.
18 milyon xwendekar û ji milyonek û nîvî zêdetir mamoste wê sibê dest bi heyama duyem a perwerdeyê bikin.
Betlane di 17ê Çileyê de dest pê kiribû. Xwendekar wê sibê dest bi heyama nû bikin.
Li gorî teqwîma 2020ê ya Wezareta Perwerdeyê, betlaneya heyama duyem di navbera 6 û 10ê Nîsanê de wê bê kirin.
Nîva duyem a heyama duyem wê di 13ê Nîsanê de dest pê dike û di 19ê Hezîranê de biqede.
Îsal cara yekem xwendekar wê betlaneya havînê 2 hefte kêm bikin.
Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk got xwendekar û malbat ji bo ku 2 navberên din hatin dayîn pir memnûn bûn.
Wezîr Selçuk got dê ev sepandin dewam bike.
Li seranserê welêt dibistan vedibin. Lê ji ber erdhejê li Elazığ û 9 nevçeyên Malatyayê dibistan wê di 10ê Sibatê de vebin.
Zanîngeha Firatê jî plan dike di 17ê Sibatê de dest bi heyama nû bike.