Him dixwînin him jî pere qezenc dikin

Xwendekarên Sêrtê di warê turîzmê de perwerde dibin.

Him dixwînin him jî pere qezenc dikin

Li Sêrtê xwendekarên Lîseya Teknîkê ya Abdulhamit Xanê, di warê turîzmê de perwerde dibin. Xwendekarên ku li mektebê perwerde dibin, piştî bernameyê jî di warê xebat û xizmetên turîzmê de tên îstixdamkirin.

Xwendekarên Sêrtê di warê turîzmê de perwerde dibin.

Xwendekarên Lîseya Teknîkê ya Abdulhamit Xanê, di çarçoveya bernameyeke taybet de bi garantiya ku werin îstixdamkirin ji bo sektora turîzmê tên perwerdekirin.

Xwendekarên ku 4 salan dixwînin, piştî mektebê diqedînin li otel û tesîsên turîstîk tên îstixdamkirin û ji bêkariyê xilas dibin.

Tê ragihandin bi saya van bername û projeyên wisa wê sektora turîzmê ya bajêr jî bi pêş keve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE