Him hînî kar dibin him debara xwe dikin

Lîseya teknîkê ji tiştên ku xwendekaran çêkirin 5 milyon û nîv lîre qezenc kir

Him hînî kar dibin him debara xwe dikin

Di Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Batmanê de, xwendekar him hînî pîşeyekî dibin him jî mehanî distînin. Par lîseyê jî tiştên ku xwendekaran çêkirine 5 milyon û nîv lîre qezenc kiriye. Ciwan bi vî awayî piştgiriyeke mezin jî didin ekonomiyê.

Xwendekarên lîseya Pîşe û Teknîkê ya Batmanê her roj li ber destê mamosteyên xwe bi dehan mobîlyayan çêdikin.

Par lîseyê ji tiştên ku xwendekaran çêkirin nêzî 5 milyon û nîv lîre qezenc kir û di nav lîseyên pîşe û teknîkê de bû yekemîn.

Mamoste dixwazin xwendekar piştî ku lîse qedandin herin ser karên xwe, sineatê xwe bikin.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2018, 14:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE