Sala perwerde û hîndekariyê ya 2019-2020an wê 9ê îlona 2019an de dest pê bike.
Nêzî 18 milyon xwendekarên ku di pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê de dixwînin wê piştî 2 hefteyan dest bi saleke nû bikin.
Ji ber sala nû wezareta perwerdeyê hemû amadehîyên xwe kirine.
Pispor dibêjin ji bo xwendekar saleke baş derbas bikin bila bi motîvasyoneke baş dest bi perwerdeya xwe bikin.
Wezareta perwerdeyê jî ji bo xwendekaran pergala 2020an nûjen kiriye.
Pispor dibêjin heya roja dibistan vebin bila xwendekar wextê xwe baş derbas bikin.