Hûrgiliyên ser tayînkirina 20 hezar mamosteyan

Hûrgiliyên ser tayînkirina 20 hezar mamosteyên bipeyman zelal bûn

Hûrgiliyên ser tayînkirina 20 hezar mamosteyan

 Lîsteya puan û kontenjanê ya 20 hezar mamosteyên ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) di 1ê îlonê da tayîn bike, li ser navnîşana "www.meb.gov.tr"yê hat eşkerekirin.

Hûrgiliyên ser tayînkirina 20 hezar mamosteyên bipeyman ên ku wê di 1ê îlonê da werin tayînkirin, li ser malpera înternetê ya Wezaretê hatin parvekirin.

Li gor vê di 99 branşan da 19 hezar û 969 mamoste wê werin tayînkirin. Ji bo beşa perwerdeya bedenê 319 kontenjan hatin veqetandin.

7 hezar û 503 mamoste wê ji bo pêşdibistanê werin tayînkirin. Dû vê beşê ra 2 hezar û 223 mamosteyên mamosteyê polê, 1250 mamosteyên hîndekariya taybet, 1218 mamosteyên çanda dîn û agahiyên exlaq, 1004 mamosteyên matematîka dibistana seretayî werin tayînkirin.

Ji bo tayînan pêşserlêdan û tercîhên navenda ezmûna zarkî wê di 18-26ê tîrmehê da werin hildan.

Ezmûnên zarkî wê di 1-13ê tebaxê da werin kirin, encam wê di 16ê tebaxê da werin îlankirin.

Namzed wê tercîhên tayînê di 27-31ê tebaxê da bikaribin bikin û encam wê di 1ê îlonê da werin daxuyandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE