Bi piştgiriya hunermend Hakan Altun li Sertê dibistanek hat avakirin. Li dibistanê 18 pol hene û navê bavê Altun lê hat kirin. Li dibistanê perwerde jî dest pê kir.
Hunermendê Sêrtî Hakan Altun bajarê ku lê hatiye dinyayê jibîr nekir.
Altunê xêrxwaz bi milyonek û 150 hezar lîreyî piştgirî da avakirina dibistana ku 18 polên wê hene.
Li dibistanê labavatuarek, poleke muzîkê û pirtûkxaneyek heye.
Gelek mezinên bajêr jî beşdarî vekirina dibistana bi navê bavê Hakan Altun bûn.
Li dibistana bi navê Hasan Altun perwerde jî dest pê kir.