Ji Akademiya Qralıyetê xelat wergirt

Xwendekarê lîseyê bi projeya xwe ji Swêdê xelat stend.

Ji Akademiya Qralıyetê xelat wergirt

Serhan Yılmaz xelkê Siirtê ye, ew diçe lîseyê. Serhan ji Akademiya Muhendîsİyê ya Qralİyeta Swêdê xelata “Înovasyona ciwanan a di heyama qeyranê de’’ girt.

Ji bo bandora şewbê ya li ser betaliyê û pergala tenduristiyê bê kêmkirin proje çêkirin.

Projeyên xwe ji Akademiya Muhendisiyê ya Qraliyeta Swêdê re şandin.

Xwendekarê Lîseyê Serhan Yılmaz bi hevalên xwe yên ji Swêdê û Emerîkayê ve proje birêve bir.

Bi wê projeye ji Akademiya Muhendîsiyê ya Qraliyeta Swêdê xelata “Înovasyona ciwanan a di heyama qeyranê de’’ wergirt.

Serhan Yılmaz got: “Hin şîrketên Swêdî ji bo projeya me teklif jî da’’

‘’Ji bo projeyê hin şîrketên Swêdî bi me re ketin têkiliyê. Me yek ji wan neqand. Em niha bi wan re dixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE