Ji bo astengdaran dibistaneke nû

Li Midyatê ji bo xwendekarên ku ji hişê xwe astengdar in dibistaneke taybet hat vekirin.

Ji bo astengdaran dibistaneke nû

Wezareta Tenduristiyê li Midyatê dibistaneke taybet a ji bo 100 xwendekarî vekir. Dibistan wê xizmeta zarokên astengdar bike.

Li Midyadê ji bo zarokên ku ji hişê xwe astengdar in dibistaneke taybet hat vekirin.Dibistan dikare xizmetê bide 100 xwendekaran.

Dibistana ku bi temamî girêdayî wezareta perwerdeyê ye wê li gorî mufredata wê tevbigere.

Pêşî wê li dibistanê ji bo 100 xwendekarên astengdar ên giran û navîn xizmet bê dayîn.

Di mektebê de 15 pol hene û hemû tişt li gorî xwendekaran hatine amadekirin.

''Derfetên li vê derê li gelek bajaran nîn in, lê êdî li navçeya me hene. Ev der wê ji bo zarokên hewceyî perwerdeya taybet bibe cihekî baş. Him zarokên navçeyê him jî yên li herêmên derdorê wê karibin jê îstifade bikin.''

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE