Li Erdîşa Wanê ji bo welatiyên astengdar kursa perwerdeyê hat vekirin. Ew li vir cur bi cur eşyayên diyarî çêdikin. Welatiyên astengdar li vir dicivin, hevaltiyê dikin; bi çêkirina destkariyan bêhtir bi xwe bawer dibin.
Ji lûfikan heta çenteyan... Ji pitikên pêlîstok heta xemlên dîwaran...
Cur bi cur eşyayên diyarî yên ji hev xweşiktir çêdikin.
Li Erdîşa Wanê ji bo welatiyên astengdar kursa perwerdeyê hat vekirin.
Ew li vir hunera xwe nîşan didin, melzemeyên diyarî û xemlan çêdikin.
Bi vê yekê ew bêhtir bi xwe bawer dibin û li vir di navbera wan de hevaltiyeke civakî jî çêdibe.
Hevsera qaymeqam jî ji bo wan melzemeyan temîn dike û pişt dide wan.
Him dixebitin him jî stranan dibêjin û çepik lê didin.