Ji bo dersên bijarte demeke hindik ma

Malbat ji bo dersan divê heta 19ê Sibatê serî li dibistanan bidin

Li dibistanên dewletê heyama qeydên dersên bijarte dest pê kir. Memûr-sen û eğitim-bir-sen’ê jî ji bo van dersên bijarte yên weke, qurana pîroz, jiyana pêxember û dersên zimanê kurdî kampanya li dar xist û li çar aliyên dîyarbekirê bi afîşan welatî agahdar kirin. Ji bo hilbijartina dersên bijarte roja dawî 19 sibatê ye.

Li dibistanan heyama duyem a perwerdeyê dest pê kir.

Bi vê yekê re li Dîyarbekirê Memûrsen û Egîtîmbîrsenê jî ji bo dersên bijarte kampanya li dar xist û afîşên agahdarîyê daliqandin.

Ji bo dersên bijarte yên weke Qurana Pîroz, Jiyana Pêxember û zimanê Kurdî; Kurmancî û Zazakî malbat dikarin serî li dibistanan bidin û formê van dersan dagirin.

Pispor bang li welatiyan dikin da ku xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Akademîsyen û Mamosteyên Kurdî jî bangî welatiyan dikin ji bo ev ders bêtir werin bijartin da ku mamosteyên Kurdî jî werin tayînkirin.

Malbat û xwendekar ji vê xizmet û derfeta ku dewletê daye kêfxweş in û dixwazin di dibistanan de ev ders bêtir werin dayîn.

Li Cizîra Şirnexê jî mamoste derbarê kampanyayê de welatiyan agahdar dikin.

Xelkê Cizîrê ji bo dersên ziman û dîn spasiya rayedaran dikin.

Malbat dikarin heta 19ê Sibatê roja Sêşemê dersên bijarte yên weke dersên dînî, Kurmancî û Zazakî bineqînin.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE