Ji bo ezmûna wî betal bû doz vekir

Ji ber saet û gustîlka wî ezmûna wî hatibû betalkirin, dadgehê got neheqî ye

Ji bo ezmûna wî betal bû doz vekir

Veysel Gündoğan, par li Diyerbekirê bi saet û gustîlkê ketibû kpss yê. Ji ber vê yekê ezmûna wî hatibû betalkirin. Gündoğan, doza li dijî ÖSYM’yê qezenc kir. Dadgeha bilnid biryareke emsal da. Dadgehê got betalkirina ezmûnê ne li gorî hiqûqê ye.

Bi saet û gustîlkê ket KPSS yê.

Ezmûna wî hat betalkirin û li ser vê doz vekir. Biryara ku hat dayîn ji bo bi milyonan xwendekarî wê bibe mînak.

Dadgeha Bilind got betalkirina ezmûnê ne li gorî hiqûqê ye.

Veysel Gündoğan par li Diyerbekirê ket KPSS yê.

Lê hat tespîtkirin ku bi saet û gustîlkê ketiye ezmûne. Ezmûna wî hat betalkirin.

Gûndoğan li 2. Dadgeha Îdareyê li dijî ÖSYM yê doz vekir.

Di biryarê de hat gotin: xwendekar bi eşyayên qedexe ketiye salona ezmûnê. Li ser vê jî ezmûn hatiye betalkirin. Lê ev biryar ne li gorî rêzika beramberiyê ye û betalkirina ezmûnê ne li gorî hiqûqê ye.

Parêzerê ÖSYM’yê ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind da.

Dadgeha bilind jî biryareke emsal da û biryara dadgeha herêmî qebûl kir.

Piştî vê biryarê heqê Veysel Gündoğan heye ku li gorî puana xwe tercîhê bike.

Her wiha dikare ji bo ku nehatiye tayînkirin tazmînatê jî bistîne.

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE