Li Midyadê bi pêşengiya Navenda Perwerdeya Gel û Navenda Piştgiriya Malbatê 12 keçên ciwan wê heta 4 mehan perwerdeya kuaforiyê bibînin. Keçik piştî vê kursê wê karibin ji xwe re kargehekê vekin.
Navenda perwerdeya gel û Navenda Piştgiriya Malbatê projeyeke hevpar dimeşînin.
Ji bo keçikan kuaforek hatiye vekirin û li kuaforê tevî xizmeta rojane kurs tê dayîn.
12 jin wek kursiyer beşdarî bernameyê bûne. Kurs wê 4 mehan dewam bike.
Tê xwestin bi saya kursê jin kuaforiyê hîn bibin û bibin xwediyê meslekekî.
Keçên ciwan wê piştî perwerdeyê sertifîkayê jî bigirin û karibin ji xwe re dikanê vekin.