"Ji bo ku li Kastamonu, Sînop û Bartinê perwerde û hîndekarî dest pê bike amadehî temam e"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ozer: Ji bo ku li Kastamonu, Sînop û Bartinê perwerde û hîndekarî dest pê bike amadehî temam e

"Ji bo ku li Kastamonu, Sînop û Bartinê perwerde û hîndekarî dest pê bike amadehî temam e"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer diyar kir, ji bo ku di 6ê îlonê da li Kastamonu, Sînop û Bartinê perwerde û hîndekarî dest pê bike, wan her cure amadehî kirin.

Ozer li Bozkurta navçeya Kastamonuyê hat herêma ku lehî lê rabû û di Navenda Kordînasyonê ya Afatê da xebat di cî da dîtin û ji mamosteyên ku girêdayî Midûriya Giştî ya Xizmetên Perwerde û Rêberiyê ne, der barê xebatên piştgiriya psîkososyal da agahî hilda.

Ozer bi mamosteyên ku di lehiyê da malên wan xerab bûne ra hevdîtin kir û diyar kir ku Wezaret bi hemû hêza xwe va ligel mamoste, xwendekar û mexdûrên afatê ye.

Ozer diyar kir ku li herêmê perwerde û hîndekarî wê dest pê bike û wiha dewam kir, "Ji bo ku di 6ê îlonê da perwerde û hîndekarî li Kastamonu, Sînop û Bartinê dest pê bike, me her cure amadehiyên xwe kuta kirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE