Ji bo mamosteyan 3600 nîşaneya hesabê

Selçuk: Di 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan de wê xebereke me hebe

Ji bo mamosteyan 3600 nîşaneya hesabê

Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk mijarên di rojevê de nirxand. Selçuk derbarê biryara şûraya dewletê de got ku mijar mijareke hiqûqî ye û pêvajo dewam dike. Mizginiyeke Zîya Selçuk jı bo mamosteyan hebû.

Wezîrê Selçuk got ’’Ne rast e ku mijar gelek bê nîqaşkirin û rageşî bê derxistin. Ev mijar mijareke hiqûqî ye û pêvajoya hiqûqî dimeşe. Gelo mijara 3600 hesaba karmendiyê wê di qanûna pîşeyê de cî bigire? Belê di 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan de xebereke me ji bo mamosteyan wê hebe. Ev mizgîniyek e. Ji bo mamosteyên demkî jî serê salê hewleke me wê hebe. Bi rastî me hewl daye, encam wê derkeve holê. Di serê salê de mehaniya mamosteyên demkî wê zêdetir be.’’

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2018, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE