Ji bo Midyadê dibistaneke nû

Li Midyadê ji bo xwendekarên Lîseya Fenê dibistan û avahiyeke cihê mayînê hatin çêkirin

Ji bo Midyadê dibistaneke nû

Li Midyada Mêrdînê Wezareta Perwerdeyê, ji bo xwendekarên lîseya fenê avahiyeke nû ya dibistanê û bînayeke cihê mayînê çêkirin. Di dibistana nû de 24 pol hene û li avahiya cihê mayînê jî ji bo xwendekaran 200 cih hene.

Avahiya Lîseya Fenê ya li Midyada Mêrdînê kevin bûbû.

Ji ber vê yekê jî Wezareta Perwerdeyê ji bo avahiyeke nû dest bi xebatê kir.

Wezaretê ji bo xwendekaran lîseyê dibistaneke nû çêkir û li ber wê jî avahiyeke cihê mayînê ava kir.

Di mekteba nû de 24 pol hene, kapasîteya avahiya cihê mayînê jî 200 xwendekar e.

Xwendekar ji rewşa dibistana xwe ya nû gelek kêfxweş in.

Di dibistana nû de ji pirtûkxaneyê heta salonên spor û sînemayê, atolyeyên muzîk û çandê, gelek beş jî hene.

Niha li Dibistan Fenê ya li Midyadê 500 xwendekarên serkeftî yên keç û kur hene. Piraniya wan jî ji bajarên din hatine bajêr.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE