"Ji bo namzedên YKSyê maske û dezenfektan wê bên belavkirin"

Serokê OSYMyê Aygun: "Ji bo namzedên YKSyê maske û dezenfektan wê bên belavkirin"

"Ji bo namzedên YKSyê maske û dezenfektan wê bên belavkirin"

 Serokê Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) Prof. Dr. Halîs Aygun daxuyand ku ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ewê maske û dezenfektanan li namzedên wê bikevin Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) belav bikin û wihaaxivî: "Ji bo namzedên YKSyê maske û dezenfektan wê bê belavkirin. Namzedên dixwazin dikarin bi maske, dezenfektan û sîperên xwe va bikevin ezmûnê."

Aygun beriya ezmûna YKSyê ya ku wê di navbera 27-28ê Hezîranê da bê kirin der barê amadehiyên OSYMyê da agahî da nûçegihana AAyê.

Serokê OSYMyê Aygun got îsal 2 milyon û 437 hezar û 119 namzedan serî li ezmûnê daye.

Aygun got li gor biryara Lijneya Perwerdeya Bilind dema Testa Têrdariyê ya Bingehîn (TTB) a ku 135 deqîqe bû hat zêdekirin û bû 165 deqîqe, puanê bendavê jî ji 180î dakete 170.

Aygun wiha axivî: "Rûniştina ewil a ji bo Testa Têrdariyê ya Bingehîn (TTB) ya YKSyê wê di 27ê Hezîranê roja şemiyê di saet 10.15an da dest pê bike, ji bo namzedan 165 deqîqe wê bê dayîn. Rûniştina duyem a ji bo Testên Têrdariyê yên Qadê (TTQ) wê di 28ê Hezîranê roja yekşemê di saet 10.15an da dest pê bike û 180 deqîqe dewam bike. Rûniştina sêyem a ji bo Testa Zimanê Biyanî (TZB) jî wê di 28ê Hezîranê roja yekşemê di saet 15.45an da dest pê bike û wê 120 deqîqe dewam bike."

- Di ezmûnê da tevdîrên vîrusa koronayê

Serokê OSYMyê Aygun der barê tevdîrên vîrusa koronayê da jî wiha got: "Ji bo namzedên YKSyê maske û dezenfektan wê bê belavkirin. Namzedên dixwazin dikarin bi maske, dezenfektan û sîperên xwe va bikevin ezmûnê."

Ji bo kesên nexweşiya vîrusa koronayê bi wan ra heye jî Aygun wiha got: "Kesên şika wan a Kovîd-19ê heye an ev nexweşiya wan hatiye tespîtkirin divê beriya ezmûnê rewşa xwe ji OSYMyê ra bibêjin. Di YKSyê da hemû namzedên bi Kovîd-19ê ketine wê li salonên cuda yên avahiyên yedek da bikevin ezmûnê."

Aygun ji malbatên zarokên wan wê bikevin ezmûna YKSyê ra jî got piştî ku wan zarokên xwe anîn cihê ezmûnê li baxçe û der û dora dibistanê nesekinin.

Aygun got encamên YKSyê wê di 28ê Tîrmeha 2020an da bê eşkerekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE