Piştî encamên YKS'ê niha jî dor hat tercihan. xwendekar divê di pêvajoya tercihan de lêkolîneke baş bikin û paşê tercihên xwe bidin. tercih wê heta pêncê vê mehê dewam bikin.
Ji tercihên YKSê re heftiyek ma. Gelek tişt hene ku divê xwendekar li ser bisekinin.
Pispor balê dikişînin ser terciha rast û dibêjin lêkolîna xwe baş bikin.
Tiştekî din jî lazim e xwendekar beşên ku pêşiya wan vekirîne, tercih bikin.
Bûrsên KYKê di serî de ji bo xwendekaran gelek bûrsên cuda jî hene û divê hay ji wan jî hebin.
Di vê pêvajoyê de şêwra xwendekaran a bi mamosteyên rêberê re gelekî muhîm e.
Xwendekar dê heta 5ê vê mehê bikaribin tercihên xwe bikin.