Li Kanîreşa Bîngolê Dibistana Seretayî ya 11ê Adarê, wek tevdîr dê were hilweşandin. Heta dawiya salê xwendekar dê li avahiya din a dibistanê perwerdeyê bibînin.
Avahiya Dibistana Seretayî ya 11ê Adarê di sala 1988an de hat avakirin.
Lê avahî di van 32 salan de gelek kevn bû û hin dîwarên wê di erdhejan de xisar dîtin.
Rayedarên navçeyê li ser tespîta pisporan qerar da ku avahiyê hilweşînin.
Perwerde dê li avahiya biçûk a li hemberî dibistana mezin dewam bike.
Hinek zarok dê beriya nîvro, hinek jî dê piştî nîvro biçin dibistanê.
Malbat dixwazin avahiya dibistana mezin di demeke kin de bê çêkirin û zarok sala bê li avahiya nû dest bi perwerdeyê bikin.