Ji bo van xwendekaran perwerdeya teqwiye

“Perwerdeya di Dibistanên Seretayî de” wê di Mijdarê de dest pê bike...

Ji bo van xwendekaran perwerdeya teqwiye

Ji bo xwendekarên ku diçin pola 3yan û 4an “bernameya perwerdeyê ya li dibistanên seretayî” wê dest pê bike. di vê bernameyê de xwendekar dikarin heta 10 seatan dersê bigrin. telebe dê ji bo wan dersan, tu pereyan nedin.

Ji bo xwendekarên diçin pola 3yemîn û 4emîn wê dest pê bike.

Xwendekarên ku di dersên Tirkî û matematîkê de qels in, dikarin biçin dersên zêde.

Ji bo vê dê û bav wê tu pereyan nedin.

Wezareta Perwerdeyê hûrgiliyên “Bernameya Perwerdeyê ya di Dibistanên Seretayî de” aşkere kirin.

Bername wê di meha Mijdarê de dest pê bike.

Xwendekar, di hefteyekê de herî zêde 10 saetên din werin perwerdekirin.

Ji bo bernameyê wê li dibistanên seratayî komisyona mektebê bê avakirin.

Komisyon, di hefeya sêyemîn a cotmehê de li gorî biryara mamosteyên polan wê xwendekaran diyar bike.

Mamosteyên ku wê di bernameya başkirinê de wezîfedar bin, dê li gorî asta xwendekaran planê amade bikin.

Dê xwendekar bên teqîbkirin ka beşdarî bernameyê dibin an na.

Dema bernameyê jî di nav hefteyê de wê ji 2 saetan zêdetir nebe. Dawiya hefteyê jî wê ji 6 saetan ne zêdetir be. Û bi tevahî di hefteyê de divê ji 10 saetan derbas neke.

Di komê de herî kêm kesek û herî zêde ji 10 kes dê hebin.

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2018, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE