Ji bo xwendekaran rojên kariyerê

Li Zanîngeha Muş Alparslanê ji bo îstihdamê rojên kariyerê hatin lidarxistin

Ji bo xwendekaran rojên kariyerê

Li Zanîngeha Muş Alparslanê, ji bo xwendekaran “yekemîn rojên kariyerê” hatin lidarxistin. Xwendekar li standan geriyan û ji bo siberoja xwe ji kesên zana agahî standin.

Him ji bo kesên bêkar him jî ji bo aboriya welêt bêkarî pirsgirêkeke mezin e.

Gelek kesên xwenda ji ber ku bi rêk û pêk di riyekê de nemeşiyane bê kar dîmînin.

Ji bo vê yekê jî Zanîngeha Muş Alparslanê, ji bo xwendekarên xwe “1mîn Rojên Kariyerê” li dar xist.

Li standan ji bo xwendekaran danasîna derfetên kar, qadên cuda û hunerên balkêş hat kirin.

Saziyên cuda yên wek İŞ-KUR’ê jî jî behsa derfet û xebatên xwe kirin.

Dîroka nûkirinê: 01 Gulan 2019, 11:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE