Ji bo xwendekaran şahiya pirtûkan

Li Mardinê xwendekar û mamosteyan li park û bexçeyan pirtûk xwendin 

Ji bo xwendekaran şahiya pirtûkan

Li Mêrdînê Mamosteyan ji bo xwendekaran şahiya pirtûkan li dar xist. Xwendekaran pirtûk xwendin û bi mamosteyên xwe re jî şîroveyên wan kirin. bi saya şahiyê him xwendin hat teşvîqkirin him jî moralê zarokan bilind bû.  

Ji bo bala zarokan a li ser xwendinê zêde bibe li herêmê gelek çalakî tên lidarxistin.  

Li Mêrdînê di vê çarçoveyê de şahiya xwendina pirtûkan hat lidarxistin.  

Di şahiyê de bi dehan xwendekarî tevî mamosteyên xwe pirtûk xwendin. 

Piştre jî li ser pirtûkan şîroveyên xwe kirin.  

Xwendekarên her polê bi hev re rûniştin û li ser pirtûkên ku xwendibûn xeberdan.  

Şahiya pirtûkan bi saetan dewam kir û pê kêfa xwendekaran hat. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE