Ji bo xwendekaran xwarin wê bêpere be

Şaredariya Batmanê heqê xwarina 12 hezar 500 xwendekarî girt ser xwe.

Ji bo xwendekaran xwarin wê bêpere be

Di sala perwerdeya 2021 û 2022an de Şaredariya Batmanê heqê xwarina 12 hezar û 500 xwendekarî girt ser xwe. Bi piştgiriya Şaredariyê xwendekarên Zanîngeha Batmanê bêpere firavîna xwe dixwin.

Şaredarî û Walîtiya Batmanê ji bo xwendekarên li zanîngehê piştgiriya xwarinê dan.

Şaredariyê bi rektorê zanîngehê Prof. İdris Demir re protokel îmze kir.

Di çarçoveya vê protokolê de wê di sala perwerdeyê ya 2021 û 2022an de xwendekarên Zanîngeha Batmanê bêpere xwarinê bixwin.

Heqê xwarina 12 hezar û 500 xwendekarî wê ji aliyê Şaredariyê ve bê dayîn.

Ji proje û protokola hat îmzekirin herî zêde kêfa xwendekaran hat.

Xwedekaran spasiya rayedarên şaredarî û zanîngehê kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE