Ji bo zanîngeheke baş xebatê dikin

Ciwanên Mêrdînî him haziriya ezmûnê dikin him bi çalakiyên civakî xwe motîve dikin.

Ji bo zanîngeheke baş xebatê dikin

Şaredariya Mêrdînê ji bo ciwanên ku amadehiya zanîngehê dikin li Mala Zanînê kursa ezmûna zanîngehê dan vekirin. Ciwanên ku derfetên wan kêm in jî tên kursê. Li vê derê him dersên xwe dişixulin him jî bi hevalên xwe re moral û motîve dibin.

Dersên matematîk, ziman, zanistên fenî û çandî hîn dibin.

Şaredariya Mêrdînê ji bo ciwanên ku haziriya ezmûnan dikin derfeteke baş dide wan.

Li navçeya Artukluyê, li Mala Zanînê ji bo ciwanên xwedanxîret kursa ezmûnê da vekirin.

Ciwan li navendê him dersên xwe dişixulin him jî bi hev re wextê derbas dikin.

Bi stran û aktîvîteyên civakî moral û motîve dibin.

Bi vî awayî ciwanên Mêrdînî dixwazin ji stresê dûr bibin û di ezmûna zanîngehan de bi ser kevin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE