Şaredariya Îpekyoluya Wanê, ji bo xwendekarên ku karneyên xwe girtin belaş perwerdeya patena li ser cemedê dide. Bi saya vê xizmeta şaredariyê, zarok betlaneyeke têr û tijî derbas dikin.
5 mehan çûn dibistanê… Niha jî ji bo wan wextê bêhnvedanê, wextê kêf û şahiyê ye.
Şaredariya Îpekyoluya Wanê diyariyeke wisa xweşik da zarokan ku li ber destê hostayan hînî patena li ser cemedê dibin.
Perwerdekar bi zarokan re yek bi yek elaqedar dibin,,,
Him bi wan re dileyzin him jî patena li ser cemedê hînî wan dikin.
Ji bo perwerdeya belaş, zarok bes karneyên xwe nîşan bidin.