Ji Enqerê bo xwendekaran diyarî birin

Koma kampê ya Zanîngeha Gaziyê diyarî birin dibistana gundekî Erdîşê...

Ji Enqerê bo xwendekaran diyarî birin

Endamên Koma Kampê yên Zanîngeha Gaziyê ya Enqerê, ji bo xwendekarên Erdîşî kampanyayek dan destpêkirin. Xwendekaran diyariyên ku kom kirin, li Erdîşê li xwendekarên dibistanê belav kirin. Telebeyên ku diyariyên xwe standin gelek kêfxweş bûn.

Li Erdîşa Wanê, kêfa xwendekaran gelek xweş bû.

Endamên koma kampê ya parastin û hezkirina xwezayê, kampanyayekê dan destpêkirin.

Xwendekaran ji Enqere, Stenbol û gelek bajarên din, alîkarî kom kirin û ji zarokan re cil û berg kirîn.

Endamê komeleyê got, ‘’Em îro li ser navê Koma Kampê ya bi navê Gezginler Kafası hatin vê derê. Em bi hevalên xwe re ji Enqerê, bi ekspresa Wanê hatin. Me got bila dilê zarokên me yên biçûk germ bibe ku hêviya siberoja me ew in.’’

Ji Enqereyê hatin dibistana gundê Çatakdîbiyê Erdîşa Wanê û diyariyên xwe li xwendekarên biçûk belav kirin.

Qeymeqam Û Cîgirşaredarê Erdişê Nuri Mehmetbeyoğlu got, ‘’Îro mamoste û xwendekarên me, ji aliyekî din ê welatê me hatine vir. Ev dilsozî, nişanî me dide ku dema miletê me bibe yek em dikarin her tiştî bikin û xurtir bibin.’’

Xwendekarên biçûk bi cilên xwe yên nû, xwendekarên Enqereyî jî bi kelecana wan şa bûn.

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE