Azmûna têketina lîseyan LGS di pêncê hezîranê de ye. bi milyonan xwendekar ji bo lîseyeke baş amadehiyên xwe didomînin. pispor jî dibêjin di van her du hefteyan de azmûnan bikin û xwe biceribînin.
Bi milyonan xwendekar ji bo di lîseyeke baş de bixwînin ev demeke dirêj e dixebitin.
Azmûna têketina lîseyan LGS di 5ê Hezîranê de ye û îsal milyonek û 236 hezar xwendekar dikevin vê azmûnê.
Pispor heta beriya îmtîhanê bi du-sê rojan jî îmtîhanên ceribînê pêşniyaz dikin.
Pispor dibêjin ji bo stresê hêj zû ye, bila niha xwe bi stresê re newestînin.
her wiha pispor dibêjin heke hûn ê ger û geştê û şahiyan jî bikin wan di her du rojên dawî de bikin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê îsal dê her xwendekar li dibistana xwe têkeve azmûna LGSê.