Ji MEBê projeya pêlîstokên darîn

Wezareta Perwerdeyê ji bo hilberîna pêlîstokên darîn projeyek da destpêkirin...

Ji MEBê projeya pêlîstokên darîn

Wezareta Perwerdeyê ji bo hilberîna pêlîstokên darîn projeyek da destpêkirin. Wezîrê perwerdeyê ziya selçuk got him wê lêkolîn bê kirin him jî ji bo pêşxistina vê sektorê wê piştgirî wê bê dayîn. Piştgiriya ewil ji bo hilberînerên xwemalî ye.

Wezareta Perwerdeyê ji bo çêkirin û hilberîna pêlîstokên darîn bi fîrmayên mezin re civiya.

Di civînê de biryar dan ku pêlîstokên darîn û amûrên ku zêhnê însanan vedikin wê bên çêkirin. Li her dibistanê wê atolyeyek were avakirin û di wan de wê beşa lêkolîn û pêşxistina pêlîstokên darîn hebe.

Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk diyar kir ku ew girîngiyê didin vê projeyê.

Ev proje dê ewilî li dibistanên ku derfetên wan hene were birêvebirin.

Selçuk got; “Em dixwazin vê projeyê ligel fîrmayên pêşeng bi rê ve bibin û piştgiriyê bidin hilberînerên xwemalî.”

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2018, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE