Ji OSYMyê daxuyaniya li ser ezmûnên 2020an

Ji OSYMyê daxuyaniya li ser ezmûnên 2020an

Serokatiya Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusa koronayê da rojên ezmûnên 2020î guherand.

Di daxuyaniya OSYMyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusa koronayê da rojên ezmûnan guherandin.

OSYMyê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da 9 ezmûnên sala 2020î taloq kirin.

Li gor biryara Lijneya Rêveberiyê ya OSYMyê da, Ezmûna Eşkerekirina Namzedên Xwendekarên Eskerî ya Zanîngeha Parastinê ya 29ê adarê ew ê di 3yê gulanê da were kirin, Ezmûna Tesbîtkirina Asta Meslekî ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya ku di 4ê nîsanê da bihata kirin jî ew ê di 3yê cotmehê da were kirin.

Ezmûna Zimanên Biyanî ya ku ew ê di 12ê nîsanê da bihata kirin êdî ew ê di 17ê gulanê da Ezmûna Zimanên Biyanî ya Elektronîk ya ku ew êdi 18ê nîsanê da bihata kirin di 2yê gulanê da ya di 19ê nîsanê da bihata kirin jî ew ê di 16ê gulanê da werin kirin.

Ezmûna Bijartina Personelên Astengdar a Dewletê (EKPSS) ya 26ê nîsanê ew ê di 20ê îlonê da were kirin.

ALES/1 a 3yê gulanê di 10ê gulanê da, ALES/2 ya 20 îlonê jî pêşda hat hildan û ew ê di 16ê tebaxê da were kirin.

Ezmûna Pisporiya Ewlehiya Kar û Hekîmtiya Karxaneyan ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehî û Tenduristiya Kar ya ku di 16ê gulanê da bihata kirin jî ew ê di 29ê tebaxê da were kirin.

OSYMyê rojên ezmûnan guherand û li ser malpera "//www.osym.gov.tr"yê weşand.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE