Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo zimanê Kurdî xizmeteke mezin kir û kursa kurmanciyê vekir. Ji kursiyeran hinek ji wan cara ewil kurmanciyê hîn dibin.
Pirtûkên bi Kurdî dixwînin, dinivîsin û dipeyvin...
Hemû jî cara ewil dersa Kurmancî dibînin.
Şaredariya bajarê mezin a Wanê belaş kursa Kurmanciyê vekir.
Kurdên ku dixwazin xwendin û nivsandinê hîn bibin, tên vê kursê.
Hin ji wan jî ne Kurd in lê dixwazin zimanê Kurdî, li ber destê zanayan hîn bibin.
Di bin banê VANMEKê de li gorî her astê kursa Kurmanciyê tê dayîn.
Hema hema her pol jî tijî ye.