Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer daxuyand di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da encamên neqla duyem a esas hatin eşkerekirin, ji sedî 98 xwendekar di lîseyên ku dixwestin da hatin bicihkirin.
Ozer daxuyand encamên bicihkirina ewil di 26ê tîrmehê da hatibûn eşkerekirin û ji sedî 93 xwendekar li gor tercîhên xwe hatibûn bicihkirin ku ev rêje niha bû ji sedî 96.
Ozer got tercîhên neqla duyem di navbera 2-6ê tebaxê da hatin qebûlkirin û wiha dewam kir: "Di çarçoveya LGSyê da me encamên neqla duyem a esas ya bicihkirinê eşkere kir. Li gor encaman ji sedî 98 xwendekarên me di lîseyên ku dixwestin da hatin bicihkirin. Bila ji xwendekar û malbatên me ra li ser xêrê be."
Serlêdan wê dewam bikin
Wezîr Ozer got xwendekarên di lîseyekê da nehatine bicihkirin wê ji hêla komîsyonên bicihkirin û neqlê va bêne bicihkirin.
Ozer anî ziman ev xwendekar wê di navbera 9-13ê tebaxê da serî li komîsyonan bidin û di 20ê tebaxê da bicihkirina wan wê temam bibe.AA