Ji Wezîr Selçuk banga "li gor tewdîrên Kovîd-19ê tevbigerin"

"Perwerdehiya rûbirû ya di 21ê îlonê da ku wê dest pê bike girêdayî we ye. Em bi şev û roj dixebitin."

Ji Wezîr Selçuk banga "li gor tewdîrên Kovîd-19ê tevbigerin"

Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçuk bibîr xist ku perwerdehiya rûbirû wê di 21 îlonê da dest pê bike û diyar kir ku lîstikên wê zarok bileyîzin jî di nav da hemû amadehiyên li dibistanan temam in lê ew ji ber ku mirovên mesafeya civakî binpê dikin û rûpêçê bikar naynin dibînin xemgîn dibin.

Wezîr Selçûk ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam weşand û destnîşan kir ku ew ne wek wezîr wek mamoste ji welatiyan hêvî û rica dike ku bila vê nivîsa wî mîna bi hevdû ra xeber bidin bixwînin.

Di peyama xwe da Wezîr xweşî û taybetiya perwerdehiya rûbirû ya li dibistanan tê kirin kir û got ku di perwerdehiya ji dûr va da gelek hêstên mirovî yên zarokan kêfxweş dikin tunene.

Wezîr got ku ji bo perwerdehiya ji dûr va hemû amadehiyên wan çûne serî wiha domand: "Em nikarin wê xweşî û şahiya di polan da li ser ekranê bidin û em çi jî bikin wê ew kêm bimînin."

Selçûk ragihand ku ji bo perwerdehiya rûbirû bikaribe dest pê bike mayê ji dest tê divê herkes bike û wiha pê da çû: "Perwerdehiya rûbirû ya di 21ê îlonê da ku wê dest pê bike girêdayî we ye. Em bi şev û roj dixebitin. Lîstikên ku wê zarok di navber dayînan da bileyîzin jî amade ne. Di vê pêvajoya ku me hûrgiliyan evqas bi baldarî amade kiriye da dema em rastî kesên mesafeya civakî binpê dikin û rûpêçê bikar naynin tên gelek xemgîn dibin. Em di wê gotina ku dibêjin 'Em ê bi hev ra dibistanan vekin' da ji dil in. Em bangî we jî dikin ku hûn jî bibin şirîkê vê berpirsyariyê. Em bêyî we nikarin biserkevin. Ji kerema xwe rûpêçan bikar bînin, mesafeya xwe ya civakî biparêzin da ku em bikaribin dibistanan vekin û kar û barê xwe bibin serî û zarokên me jî biçin mektebên xwe. Em li ser navê zarokên xwe û mamosteyên xwe ji we hêvî û rica dikin." AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE