Ji Wezîr Selçuk daxuyaniya mufredata ezmuna bursê

"Xwendekarên ku wê bikevin Ezmuna Bursê ya Perwerdeya Navîn (ÎOKBS) wê ji mufredata heyama yekemîn berpirsyar bin."

Ji Wezîr Selçuk daxuyaniya mufredata ezmuna bursê

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk daxuyand xwendekarên ku wê bikevin Ezmuna Bursê ya Perwerdeya Navîn (ÎOKBS) wê ji mufredata heyama yekemîn berpirsyar bin.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji ber vîrusa koronayê ya nû Ezmuna Bursê ya Perwerdeya Navîn ya ku wê di 25ê Nîsan 2020an da bihata kirin taloq kiribû û gotibû ezmûn wê di 6ê Hezîranê da çêbibe.

Xwendekarên pola 5an û yên heta pola 11yan dikevin vê ezmûnê. Xwendekaran naveroka ezmunê meraq dikirin û ji ber vê bifikar bûn.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê naveroka ezmunê da daxuyaiyek da û wiha got: "Xwendekarên ku bikevin vê ezmunê wê ji mufredata heyama yekemîn berpirsyar bin. Berê xwendekarên pola 10 û 11yan ji hemû mufredata pola 9an berpirsyar bûn. Me ev sînor kir, xwendekarên me yên pola 10 û 11yan wê ji mufredata heyama yekemîn a pola 9an berpirsyar bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE