Ji Wezîr Selçuk daxuyaniyên girîng

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk: Di 21ê mehê da em ê hin polên destnîşankirî ji bona perwerdeya rû bi rû vekin

Ji Wezîr Selçuk daxuyaniyên girîng

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk: "Di 21ê mehê da em ê hin polên destnîşankirî ji bona perwerdeya rû bi rû vekin. Vê gavê di vî warî da guherînek tuneye."

"Di 21ê mehê da wê kîjan pol vebin? Ev spekulasyon tim tên kirin. Tenê çavkaniyên fermî û di malpera Wezareta Perwerdeya Neteweyî da çi dinivîse ew e."

"(Perwerdeya rû bi rû) Divê hemû gelê me bizanibe ku em biryareke zarok û mamosteyên me pê dikevin talûkeyê îmze nakin."

"Em 5 hezar û 200 navendên destekê yên EBAyê ava dikin. Em van navendan li herêmên ku zarok zehmetiyê dikişînin ava dikin."

"Cara ewil ji xeynî pirtûkên dersê em ê pirtûka xebatê ya xwendekaran bidin zarokên xwe."

"Ji bona xwendekaran bernameyên heyama amadehiyê ya nû yên kanalên EBAyê derketin."

 "(Heyama nû ya perwerde û fêrbûnê) Ji bona xwendekar hîn bibin me pakêt amade kirine."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE