Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk daxuyand ji ber ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) zêde dibe, divê her kes guh bide tevdîran.
Selçuk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ew roja yekşemê di nav kar û bar da li Meydana Kizilayê meşiyaye û wiha dewam kir: "Dema min dît ku li hemberî hemû hişyariyan dîsa jî maske di bin çeneyan da ne û kes guh nade mesafeya civakî ez li ser navê hempîşeyên xwe yên hewl didin zarokên me li dibistanan di nav rewşeke ewle da biparêzin, pir xemgîn bûm. Zêdebûna şewbê perwerdeyê dike nav rewşeke zehmet, em guh bidin tevdîran."
AA