Ji Wezîr Selçuk mizgîniya tayînê

20 hezar mamosteyên din jî wê bên tayînkirin...

Ji Wezîr Selçuk mizgîniya tayînê

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk ragihand wê 20 hezar mamosteyên din jî tayîn bikin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk diyar kir li dibistanên ku bi îmtihanê xwendekaran hildidin rêjeya kontenjanan wê ji sedî 10 be û hejmar jî li gor rêjeyê bê eşkerekirin.

Wezîr Selçuk destnîşan kir di erdheja li Elezîzê da 30 dibistan xisarê dîtin û got ku demildest hat çareserkirin ku wê çawa û li ku derê bên çêkirin.

Ji axaftina Wezîr Selçuk hin sernav:

"(EBAya hatiye nûkirin) Li gor zarokan îmtihanên ceribandinê yên taybet tên çêkirin. Her tişt li gor kesan taybet e. Li dinyayê li 2-3 dewletan heye û yek jî Tirkiye ye.

Ezê roja yekşemê li Elezîzê bim. Emê bi weliyan ra biaxivin, kêmasiyan tespît bikin. Roja duşemê jî emê dibistanan vekin.

(Hejmara xwendekarên ji ber LGSyê dikevin îmtihanê) Em ê zarokên xwe mexdûr nekin. Kontenjan hatine amadekirin. Bira rehet bin."

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk: "Ji bona xwendekarên bi spor, huner û zanistê ra eleqedar dibin derkevin pêş hin xebatên me yên amadehiyê hene."

"Em dixwazin standardên vekirina dibistanên taybet bilind bikin. Hin guherînên qanûnî hewce dikin û pêvajoya li Meclisê didome."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2020, 15:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE