Karneyên xwendekaran

Malbat dikarin ji mekteban karneyê çapkirî jî bigirin

Karneyên xwendekaran

Karneyên heyama duyem wê di 18ê hezîranê de bên dayîn. Wek par karneyên xwendekaran wê dîsa li ser înternetê bên dayîn. Ger malbat bixwazin dikarin ji mektebên xwe karneyên çapkirî jî bigirin.

Ji girtina mekteban re hindik ma.

Karneyên zarokan di 18ê Hezîranê de wê li ser înternetê bên belavkirin.

Lê ger malbat bixwazin dikarin ji mektebê karneyên çapkirî jî bigirin.

Wezareta Perwerdeyê derheqê not û karneyên xwendekarên dibistana seretayî û navîn de ji hemû mekteban re nivîs şand.

Di nivîsê de hat gotin ku berdewamiya zarokan li gorî xwesteka malbatan serbest e.

Li gorî vê, ji bo îsal wê daneyên dewama xwendekarên dibistana seretayî û navîn di karneyan de neyên nivîsin.

Lêbelê xwendekarên ku heta niha qet beşdarî dersan nebûne wê eynî sinifê careke din bixwînin.

Ji bo zarokên ku perwerdeya pêşdibistanê nedîtine jî wê mektebên havînê vebin.

Xwendekarên ku perwerdeya pêşdibistanê dîtine jî dikarin serî li van mekteban bidin.

Him mektebên havînê him jî qlûbên zarokan wê hefteyek piştî belavkirina karneyan dest bi perwerdeyê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE