Karsazê xêrxwaz dibistan da çêkirin

Mekteba seretayî û navîn diyariyê gundiyên xwe kir...

Karsazê xêrxwaz dibistan da çêkirin

Li Şemzînana Colemêrgê Karsazek ji bo zarokên gundê xwe dibistanek da çêkirin. Mekteba seretayî û navîn, bi kelecaneke mezin hat vekirin.

Li gundê Keleşika Şemzînanê Sabri Özelê karsaz, ji bo zarokên gundê xwe dibistan da avakirin.

Tevî Waliyê Colemêrgê Cüneyit Orhan Toprak, fermandarên eskerî jî beşdarî vekirinê bûn.

Özel bi vê xebatê xwe him zarok kêfxweş kirin him jî bû mînakek.

Şêniyê gundê Keleşikê jî, ji vê mektebe gelek kêfxweş bûn.

Piştî vekirinê waliyê bajêr Toprak, diyarî belavî xwendekaran kirin.

Li dibistanê 104 xwendekar wê bi pêşengiya 9 mamosteyan bixwînin.

Dîroka nûkirinê: 27 Cotmeh 2018, 15:19
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Hacı Koçak
Hacı Koçak - 8 ay Berî

Xwedê hejmarên karsazên xêrxwaz zêde bike.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE