Ked û xebata xwendekarên lîseya meslekê

Lîseya Meslek û Teknîkê ya Muşê par 2 milyon lîre cîro kir.

Ked û xebata xwendekarên lîseya meslekê

Li Mûşê xwendekarên Lîseya Meslek û Teknîkê ya Anadoluyê him dersên xwe dibînin, him jî bi keda li atolyeyê xebatên mezin dikin. Mamosteyên wê lîseyê dibêjin me îsal 2 milyon lîre cîro kiriye.

Li herêmê lîseyên meslekê him dersan didin, him jî tevkariyê didin welêt û xwenderên xwe.

Yek ji wan jî Lîseya Meslek û Teknîkê ya Anadoluyê ya Mûşê ye.

Li vê lîseyê xwendekar him dersên xwe distînin, him jî li atolyeya dibistanê sireyên dibistanan û mobîlyayên din çêdikin.

Alîkarê Midûrê Lîseyê Ferhat Yentür dibêje me di salekê de 2 milyon lîre cîro kiriye.

Xwendekarên lîseyê bi xebata xwe hînî karekî jî dibin û pê pereyan qezenc dikin.

Mamoste û xwendekar dixwazin ku îsal cîroya lîseya xwe zêdetir bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE