Kelecana karneyê ya xwendekaran

18 milyon xwendekarî karne girt û betlaneya havînê dest pê kir.

Kelecana karneyê ya xwendekaran

Îro roja dawî ya perwerdeya heyama 2018 û 2019an bû. Bi mılyonan xwendekarî bi kelecaneke mezin karneyên xwe girtin. Heta 9ê îlonê wê betlaneyê bikin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ji xwendekaran re got “ji televizyonê dûr bin”. Li herêmê jî heman kêf û kelecana xwendekaran hebû.

Nêzî 18 milyon xwendekarî karne girt. Spartek û azmûn bi dawî bûn. Niha ji bo xwendekaran wextê betlaneyê ye.

Wezîrê Perwerdeya Netweyî Ziya Selçuk ji bo di roja karneyê de bi zarokan re be li dibistaneke Ayaşê bû.

Xwendekaran karneyên xwe ji destê wezîr Selçuk girtin.Wezîr Ziya Selçuk şîret li xwendekaran kir û got ji televîzyonê dûr bin.

Selçuk wiha axivî: ''Zarok çi qas ji ekranan dûr bin dê ewqas bi çalakiyên cuda re mijûl bibin û dê karibin xwe bi pêş bixin. Dê bi dê û bavên xwe re wextên xweştir derbas bikin.''

Li herêmê jî xwendekaran karneyên xwe standin.

Kelecana xwendekaran him ji bo karneyê him jî ji bo betlaneya 3 mehan hebû.

Xwendekar him bi notên xwe him jî bi betlaneya dirêj bi kêf û coş in.

Hinek xwendekar bi teqdîr û spasnameyê kêfxweştir bûn.

Li Batmanê jî mamosteya şehîd Aybüke Yalçin nehat jibîrkirin.

Waliyê Batmanê bi xwe çû dibistana ku li ser navê mamosteya şehîd hatiye vekirin û karne belav kirin.

Li Mazgirta Mûşê û Çewligê jî xwendekar ji bo karneyan danê sibê berê xwe dan mekteban.

Dê û bav jî di roja karneyan de ligel zarokên xwe bûn.

Mamosteyan ji xwendekaran xwest ku betlaneya xwe kêrhatî derbas bikin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE