KPSSya lîsansa dusalane hat kirin

Ezmûna Neqandina Personelên Qamûyê ya asta lîsansa dusalane hat kirin

KPSSya lîsansa dusalane hat kirin

Ezmûna Neqandina Personelên Qamûyê (KPSS) ya asta lîsansa dusalane hat kirin.

Serokatiya Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) KPSSya asta lîsansa dusalane kir û kuta bû. Kesên ku wê têketana ezmûnê piştî saet 10.00î hilnedan avahiyên ezmûnê.

Di ezmûnê da bi tevahî 120 pirs hatin pirsîn û ev pirs ji agahiyên giştî û agahiyên çandî pêk tên. Ezmûnê 130 deqîqe dewam kir.

Encama ezmûnê wê di 29ê mijdarê da eşkere bibe û kesên ku ketin ezmûnê dikarin encama xwe li ser malpera înternetê ya "https://sonuc.osym.gov.tr"yê hîn bibin.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE