Li Îdirê lîseyeke îmam xetibiyê li ser hemû dîwarên korîdorên dibistanê dersên matematîkê bi cih kirin. Armanc ew e ku matematîk bikeve hişê xwendekaran.
Li lîseya îmam xetibiyê ya Şehit Emin Güner mamoste perwerdeyeke balkêş dimeşînin.
Mamosteyan li ser dîwarên korîdor ders û formûlên matematîkê bi cih kirine.
Korîdor wek kûçeya matematîkê tê binavkirin.
Xwendekar dibêjin ji ber ku her tim dibînin çêtir dikeve serê wan.
Bi saya vê xebatê kêfa xwendekaran zêdetir ji matematîkê re tê.
Xwendekarên ku li korîdoran digerin bivên nevên dersên matematîkê hîn dibin û di matematîkê de jêhatî dibin.