“Kuçeya zimanê Îngilîzî”

Xwendekar li vê derê pratîkê dikin û Îngilîzî hîn dibin...

“Kuçeya zimanê Îngilîzî”

Li Agiriyê mamosteyên Lîseya Anadolê ya Cumhurıyetê, korîdoreke dibistanê wek “kuçeya Îngİlîziyê” dizayn kir. Mamoste dixwazin xwendekar ji xeynî dersan bi saya vê pratîkê jî bikin.

Hêwana sînemayê, nexweşxane, cihê danûstandinê, balafirgeh û her wekî din..

Li vê dibistanê her dîwar cihêkî cuda temsîl dike..

Mamosteyên Lîseya Anadolê ya Cumhuriyetê ya Agiriyê, ji bo ku xwendekar bi Îngilîzî bipeyvîn û pratîkê bikin, li dibistanê “Kuçeya Îngilîziyê” ava kir.

Di projeyê de, xwendekarên ku tên vê korîdorê mecburî bi Îngilîzî dipeyvin. Him peyvan hîn dibin him jî pratîka axaftinê dikin.

Ev proje dê ji gelek dibistanan re bibe mînak.

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE