Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ciwanên ku dixwazin bibin polîs, esker û parêzvan, ev demek e beleş kursan dide. Hejmara kursiyeran her ku diçe zêdetir dibe.
Meslegên ku ew dixwazin gelek zehmet in.
Ji bo vê yekê jî divê bejna wan bihêz be da ku bikaribin ji ezmûnên fîzîkî derbas bibin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ciwanên ku dixwazin bibin polîs, esker û parêzvan, beleş kursa perwerdeya bedenê vekir.
Ciwan bi rêberiya pisporan, di hefteyekê de 4 rojan li vê derê ji bo ezmûnên fîzîkî rahênanê dikin.