Kursa zimanê îşaretan

Bi saya perwerdeyê dikarin baxivin û hev fêm bikin

Kursa zimanê îşaretan

Li Cizîrê bi saya navenda ciwaniyê kursa zimanê îşaretan hat vekirin. Kursıyer bi awayekî dilxwaz dersê didin kesên ku nabîhîzın. Piştî perwerdeyê derdikevın kolanan û bi zimanê îşaretan bi welatiyan diaxivin. Bi vî awayî jî balê dikşînin ser vê meselê.

Li Cizîra Şirnexê bi hevkariya Navenda Ciwaniyê kursa perwerdeya zimanê îşaretan hat vekirin.

Bi vê yekê jî dixwazin bi awayekî rehet têkiliyê bi kesên ku nikarin bibihîzin re deynin.

Perwerde bi deste mamosteyên dilxwaz tê dayîn û kursiyer jî piştî hîn dibin diçin li cihên qerebalix û bi gel re diaxivin.

Ciwanên ku bi zimanê îşaretan têkiliyê datînin bala hemû kesî dikşînin.

Kursiyer dixwazin vê xebata xwe ya baş belavî hemû Şirnexê bikin.

Dîroka nûkirinê: 23 Kanûn 2018, 18:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE