Kursên havînê ji bo xwendekaran dest pê dikin

Nêzî 900 hezar xwendekaran ji bo dersên Matematîk û Îngilizî serî lê da

Kursên havînê ji bo xwendekaran dest pê dikin

Wezareta Perwerdeyê dibistanên havînê sibê dide vekirin. her hefte 12 saet ders wê were dayîn. bi vî şiklî kêmasiyên heyama perwerdeya li ser înternetê wê werin temamkirin. xwendekar wê heta 28ê tebaxê bikaribin tev li kursên dibistanên havînê bibin.

Kêmasiyên heyama perwerdeya li ser înternetê wê werin temamkirin...

Dersên matematîkê wê werin dayîn...

Axaftina Îngilizî wê were pêşxistin...

Wezareta Perwerdeyê cara ewil îsal kursên dibistanên havînê vedike.

Di perwerdeya havînê de ji bo polên, 4,5,6,7 û 8an dersên bingehîn wê werin dayîn.

Ji bo polên 9,10,11 û 12an jî dersên Matematîk û Îngilizî wê werin dayîn.

Ji bo pola 8an Tirkî, Matematîk û Fen jî di nav de 6 ders wê bikaribin werin tercîhkirin.

Ji bo pola 12an 14 dersên bijartinê hene.

Li dibistanên havînê her hefte 12 saet, bi temamî jî 48 saet ders wê were dayîn.

Ji bo dersên Matematîk û Îngilizî nêzî 900 hezar xwendekaran serî lê da.

Dersên dibistanên havînê wê heta 28 Tebaxê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE