LGS:encamên neqla yekem a bicihkirinê

Di çarçoveya LGSyê da encamên neqla yekem a bicihkirinê eşkere bûn

LGS:encamên neqla yekem a bicihkirinê

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ragihand, di çarçoveya LGSyê da encamên neqla yekem a bicihkirinê li ser navnîşanên "meb.gov.tr" û "sonuc.meb.gov.tr"yê hatin eşkerekirin.

Di daxuyaniya wezaretê da cih dan gotinên Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer û Ozer bibîr xist ku di 25ê tîrmehê da encamên bicihkirina yekemîn hat eşkerekirin û li gor van encaman ji sedî 95ên xwendekaran li dibistanên ku dixwestin, bi cih bûn. Ozer bal kişand ku ev rêje di dawiya neqla yekemîn a bicihkirinê da zêde bû û wiha dewam kir, "Di dawiya heyama neqla yekem da ji sedî 97ê xwendekarên ku tercîh dan, li dibistanên ku dixwestin, bi cih bûn."

Di dawiya pêvajoyê da her kes wê bi cih bibe

Ozer diyar kir, îro serlêdanên tercîhan ên neqla duyem a bicihkirinê dest pê kir û wê di navbera 1-5ê tebaxê da werin kirin û wiha dewam kir:

"Encamên bicihkirinê yên neqla duyem wê di 8ê tebaxê da werin eşkerekirin. Bi vê demê va pêvajoya bicihkirinê wê di 8ê tebaxê da kuta bibe. Xwendekarên ku di dawiya bicihkirina neqla duyem da jî li tu dibistanê bi cih nebûne, wê serlêdanên wan werin hildan û di 19ê tebaxê da pêvajoya bicihkirina wan jî were kutakirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE